EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Berpirsê çapemeniya DAIŞê li Afganistanê hat kuştin

Hat diyar kirin ku berpirsê çapemaniya herêma Xorasan yê DAIŞê di navçeya Nangarhar ya rojhilatê Afganistanê de hat kuştin.

Berpirsê çapemeniya xorasan yê DAIŞê Cevad Xan 3 Hezîranê de li nêzî bajaroka Açîl, di encama êrîşa hewayîde hatiye kuştin.

Herwaha hat diyar kirin ku di êrîşê de tu ziyan negihiştiye sivîlan. Di navçeya Nangarhar ya Afganistanê de operasyona li dijî DAIŞê nêzî salekiye berdewam dike.

Berî mehek û nîv di êrîşa li navçeya Nangarhar de serokê DAIŞê yê Efxanistanê Ebdul Hesîb hatibu kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu