Kuştina berpirsê şaxên DAIŞê yên Efxanîstan û Pakîstanê Hafiz Seîd Xan ji aliyê Amerîkayê hat piştrast kirin.
Li gor nûçê Sputnikê Rusiya,Balyozê Efxanîstaê yê li Pakîstanê Omar Zahhîlwal diyar kiribû ku Amerîkayê di êrîşekê de ew berpirsê DAIŞê hatiye kuştin. Hat diyar kirin ku agahiyên Zahhîlwal ji aliyê Amerîkayê hatine pistrast kirin û rayedarê amerîkayî yê di derbarê mijarê de daxuyanî da, anî ziman ku operasyon li eyaleta Nangarharê li herêma Kotê hatiye lidar xistin.
Tê dest nîşan kirin ku kuştina vî berpirsê DAIŞê yê li wê herêmê ji bo Efxanîstan û Pakîstanê xwediyê girîngiyeke mezin e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)