Berpirsê Ragihandina Rêxistina Mûsilê ragihand ku “Serokê Dadgeha Şerîetê” yê DAIŞê ji Mûsilê reviye.
Berpirsê Ragihandina Rêxistina Mûsilê yê PDKê Seîd Memûzînî got: “Roja pênşemê (24-11-2016), “Serokê Dadgeha Şerîetê” yê DAIŞê Nîzam Rûfahî, ku dostekî nêzîkî Ebûbekir Bexdadî ye, ji Mûsilê reviye Sûriyê.
Seîd Memûzînî ragihand: “Niha ti endamekî serkirtetiya şûraya xelîfetiya DAIŞê li parêzgeha Mûsilê nemaye. Bexdadî beriya niha jî ji berpirsên DAIŞê re gotibû, ku eger hûn nikarin berevaniyê bikin, Mûsilê wêran bikin û birevin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)