ÎranNûçeRojhilatanavin

Cîhangîrî: Dabînkirina enerjiyê ji bo geşatî û pêşketina aborî ya Îranê pêwîst e

Alîkarê yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Dabînkirina enerjiyê ji bo geşatî û pêşketina aborî ya Îranê pêwîst e.

Alîkarê yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê Îshaq Cîhangîrî li merasima despêbûna kar û xebatên avakirina qonaxa duyem ya hêzgeha atomî ya Bûşêhrê got: Encamên lêkolînan nîşan dide ku şêwazên berhemanîna enerjiyê divê pircur bibe û divê em çavkaniyên curbicur ên ardûya nefosîlî bikar bînin.

Alîkarê yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê anî ziman ku hewldanên Îranê ji bo bidestxistina enerjiyê ya navokî bi tênegihêştin û daweriyên siyasî yên hin qawetên cîhanî rûbirû bû û desnîşan kir: Bi cihatina Rêketinama Navokî ev astengiyana ji holê rabûne.

Cîhangîrî bi bîrxistina berdewamiya hevkariyên stratejîk ên Îran û Rûsyayê li mijarên siyasî, aborî û leşkerî got: Îstifadeya ji hêz û karînên îranî li warê çêkirina hêzgeha navokî, babetek ji bebetên lihevkirina Tehran û Moskowayê ye.

Kar û xebatên çêkirina yekîneyên 2 û 3 yên hêzgeha navokî ya Bûşêhrê îro bi beşdariya Alîkarê yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê Îshaq Cîhangîrî, Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê Elî Ekber Salihî û serokê Rous-Atome Sergeyî Krînko despê bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu