IraqNûçeRojhilatanavin

Têkbirina maşînên DAIŞ`ê li sînorê Iraqê

Hêzên Heşda Şeibî yên Iraqê bi rûxandina 2 maşînên leşkerî yên têrorîstên DAIŞ`ê, êrişa têrorîstan ser devera sînorî ya Tel Sefûkê li parêzgeha Nêynewayê pûç kirin.

Li gorî rapora kanala Al Alamê, hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê ragihandin ku têrorîstên DAIŞ`ê dil hebûn rêyekê jibo derbaskirina çekdarên xwe ji axa Sûrîyê bo nav axa Iraqê vekin ku tûşî işkestê bûn.

Devera sînorî ya Til Sefûkê li parêzgeha Nêynewayê li sînorê Iraq û Sûrîyê ye.

Opêrasyona azadkirina Mûsilê ji lepên DAIŞ`ê Cotmeha 2016`an bi pişkdarîya hêzên artêş, polîs, Heşdi Şeibî û hêzên Pêşmerge destpê bû û hêzên iraqî piştî nêzî 100 rojî, rojhilata Mûsilê tam azad kirin.

Hêzên iraqî opêrasyona azadkirina pişka rojavaya Mûsilê jî ji meha Sibata 2017`ê va destpê kirin ku hela jî didome û di rojên dawîyê da ye.

Li gorî nûçeyeke din ji Iraqê, Evdilemîr Reşîd Yarulah fermandeyê opêrasyona Em Tên Nêynewa bi daxûyanîyekê ragihand ku li taxa Şefa ya Mûsilê pevçûnên giran di navbera hêzên iraqî û têrorîstên DAIŞ`ê da diqewimin. Têrorîstên DAIŞ`ê li nav nexweşxana Şifayê li taxa Şifayê ya li rojavaya Mûsilê sitirîne û balafirên cengê yên artêşa Iraqê jî piştgirîyê didin pêşdaçûna hêzên iraqî.

Başa dön tuşu