NûçeRojhilatanavinSûriye

Berpirsê Sûriyê: Erdogan hewl dide krîza xwe ya aborî û siyasî li derve belav bike

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê ragihand ku Serokomarê Tirkiyê rûbirûyê qeyranên siyasî, aborî û civakî ye û hewl dide van krîzan li derve belav bike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got ku ew plan dikin ku li nêzî sînorên xwe yên başûr herêmeke ewlehiyê bi kûrahiya 30 kîlometreyan ava bikin.

Serokomarê Tirkiyê got, “Ev dever cihên ku di navenda êrîşên li dijî welatê me de ne û karê me yê pêşîn e. Her ku Hêzên Çekdar ên Tirk û dezgehên îstîxbaratê amade bin dê ev operasyon dest pê bike.’

Li gorî nûçeya Sputnikê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Eymen Sûsan ragihand ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi operasyona ku dixwaze li bakurê Sûriyê pêk bîne hewl dide ku populerbûna wî li Tirkiyê kêm nebe.

Rayedarê Sûrî got ku sînor di yasayên navdewletî de berpirsyariya hevbeş a welatên cîran e û divê ewlehiya sînoran bi hevkariyê were dabînkirin ne bi destdirêjiyê.

Sûsan bal kişand ser wê yekê ku Sûriye dê teqez berevaniyê li xaka xwe bike, Sûsan hişyarî da Tirkiyê û got, ew rê nadin ti kes êrişî xaka Sûriyê bike.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê her wiha got, Erdogan û rayedarên Tirkiyê baş dizanin ku sedem û hincetên operasyonên leşkerî li bakurê Sûriyê xapandin û ne rast in.

Di heman demê de, dewletên Iraq û Sûriyê bi tundî operasyonên esmanî yên artêşa Tirkiyê protesto dikin û wê yekê wek binpêkirina serwerî û yekperçetiya axa xwe dibînin.

Başa dön tuşu