NûçeRojhilatanavinSûriye

Berpirseke DAIŞê hate kuştin

Rahênerê zarokên DAIŞê di operasyoneke Hevpeymaniya Navdewletî de li Reqayê hate kuştin.

Li gor ajanseke dijber bi Sûriyê ve, rahênerê yekem ê zarokan, di DAIŞê de yê bi navê Etiyellah El-Iraqî di operasyoneke Hevpeymaniya Navdewletî de li gundê Kisret El-Ferec 50 k.m li rojhilatê Reqayê li gel malbata xwe hatin kuştin.

Etiyellah El-Iraqî di serbazgeha Eşbal ya bi ser DAIŞê de rahênerê yekem yê zarokan bû, ku tê de zarok li ser hilgirtina çek û şer û kuştinê tên rahênan kirin.

Heta niha Hevpeymaniya Navdewletî kuştina Etiyellah El-Iraqî piştrast nekiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu