IraqNûçeRojhilatanavin

Berpirseke payebilind ê DAIŞê li Xaniqînê hate girtin

Çavkaniyên îstixbaratê îro 31.05.2018ê ragehandin ku hêzên ewlehiyê karîn berpirsê danîna bombeyên çandî yê DAIŞê li sînorê Xaniqînê girtin.

Heman çavkaniyê ragehand, hêzên ewlehiyê li parêzgeha Diyala karîn berpirsê danîna bombeyên çandî li sînorê Xaniqînê , berpirsê DAIŞê yê bi navê Ebu Yasîn, li gel pênc kesên din ên DAIŞê bigre.

Heman çavkaniyê ji malpera Şefeq re ragehand, ku Ebu Yasîn destê wê di gelek tewanên kuştinê de heye û berpirsê teqîna vê dawiyê ya li parêzgeha Diyala ye jî.

Başa dön tuşu