IraqNûçeRojhilatanavin

Berpirsekî girîng ê DAIŞ`ê li Kerkûkê hat girtin

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê, Seid Mein ragihand, hêzên ewlekariyê ser bingeha zanyariyên istixbaratî serkirdeyekî DAIŞ`ê li taxa Wasit li bajarê Kerkûkê girtine.

Seid Mein herwiha got ku serkirdeyê DAIŞ`ê, Dadwerê Şerî yê DAIŞ`ê yê Neynewayê bû ku xwe li Kerkûkê veşartibû.

Li gorî daxûyanîya Wezareta Navxwe ya Iraqê duh girûpeke DAIŞ`ê ku ji 3 kesan pêk dihat li taxa Kurdistan a Kerkûkê hatiye girtin.

Başa dön tuşu