Hat ragihandin ku êrişa xwekujî ya bajarê Hesekê ku şevê din pêk hat û di encamê de herî kêm 30 kesî jiyana xwe ji dest da ji terefê zarokekî ve pêk hatiye.
Berpirsekî ewlehî yê bajarê Hesekê Road Hesekî derheqê êrişa xwekujî got: “Zarokekî 15 salî di dawetê de bombeya ser xwe teqand, di encama teqînê de heta niha 30 kesî jiyana xwe ji dest da û 100 kes jî birîndar bûn. Piraniya rewşa birîndaran giran e.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)