IraqNûçeRojhilatanavin

Berpirsekî terorîstên DAIŞ`ê li Kerkûkê hate girtin

Serheng Hemed Letîf  çavdêrê giştî yê parêzgeha Kerkûka Iraqê li gotûbêja xwe ya tev telivîzyona Sûmiriye News`ê, ragihand ku gor agehdariyên ku ketine ber destê polîsê Iraqê, piştî teqîna terorîstî ya duh şemiyê li bajarê Daqûqê hêzên ewlehiya Kerkûkê karîn berpirsê istixbaratî-ewlehî yê terorîstên DAIŞ`ê li Welayeta Kerkûkê li yek ji navçên derûdora Kerkûkê bigrin.

Wî got: Ev berpirsê DAIş`ê niha di destê hêzên ewlehiya Iraqê daye û bona mehkemekirinê dê radestê saziya dadweriya Iraqê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu