IraqNûçeRojhilatanavin

Berpirsekî YNKê: Hevjîna Mam Celal êdî nikare tiştekî bike

Berpirsekî YNKê dibêje, êdî hevjîna Mam Celal nikare karên siyasî bike.

Endamê serkirdetiya YNKê Hamîd Hacî Xalî ji heftenameya Bas re, ku hejmara wê ya nû îro derket, gotiye, rewşa tenduristiya hevjîna Mam Celal, Hêro Îbrahîm Ehmed gelekî xirab e ji ber wê jî êdî nikare tiştekî bike û dê nekaribe beşdarî kongireya çarem ya YNKê jî bibe.

Wî berpirsê YNKê her wiha gotiye, eger jê Hêro Îbrahîm Ehmed were xwastin jî nikare tiştekî bike ji ber ku tenduristiya wê rê nade.

Hevjîna Mam Celal di heman demê de endama polîtburoya YNKê ye jî.

Başa dön tuşu