CîhanEwropaNûçe

Li encama gulleavêtina li rojhilata Kanadayê 4 kes hatin kuştin

Polîsê Kanadayê, li bara kuştina 4 kesan ji ber gulleavêtina li rojhilata vî welatî agahî da.

 Li gorî rapora kanala  nûçan a CBCyê polîsê Kanadayê raghand ku 4 kes roja îniyê li encama bûyera  gullavêtinê libajarê Fedrîktonê li navenda eyaleta Niyobranzvîkê li rojhilata  vî welatî hatin kuştin.

Rayedarên  polîsê Kanadayê, hîn hûrgilî û howiyeta sebebkarê vê gulleavêtinê kivş nekirine.

Polîsê Kanadayê  ji welatiyên  nêzîk bi cihê bûyerê xwestiye ku  li malên xwe de bimînin û deriyên xwe qifil bikin.

Li gorî vê raporê, niha  hêzên  alîkariyê bo cihê bûyerê nehatine şandin.

Hin medyan, hitmala  terorîstîbûna bûyera  gulleavêtinê li Fedrîktonê xistine rojevê.

Li bûyereke hem bi vî rengî di destêka meha Tebaxa 2018an  li bajarê Torêntoya Kanadayê dest bi gulleavêtinê kiribû û du kes ji wan zarokek kuştibû. Berpirsiyariya vê êrişê koma terorîstî ya DAIŞê da istûyê xwe.

Başa dön tuşu