ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Bersiva berdevkê wezareta derve ya Îranê bo gotinên Adil Cubeyr

وڵامی وتەبێژی وەزارەتی دەرەوەی ئێران بە لێدوانە پڕوپووچەکانی عادل جوبەیر

Li gor rapora IRNA, Berdevkê wezareta karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Sadiq Husên Cabiriyê Ensarî îro li bersiva gotinên ar û sivik ên wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Adil Cubeyr ku li bara pêwendiyên Îranê û Iraqê anîbûn ser zimanê xwe şermezar kirin û got: Netewê Iraqê ji bo kivşkirina xêr û ara xwe û dost û hevalên xwe hewcetî bi rênimûnî û gotinên wezîrê karên derve yê welatekî din nîne, welatê ku li mideha kêmtir ji deheyek û nîv bûye sedema pêkhatina terorîzmê li Iraqê û bi hemû hêza xwe ji vê terorîzmê piştgirî kiriye da ku Iraqê û navçê aloz û tevlî hev bike.

Berdevkê wezareta karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Hebûna rawêjkarên leşkerî yên Îranê di nav Iraqê de yên bin fermandariya serdar Qasim Silêmanî li gorî daxwaza dewleta qanûnî ya vî welatî ye û hedefa vê hebûnê jî şer û xebata li dij terorîst û tundrewan e ku Iraq û navçe bi giştî aloz û bê îstiqrar kirine.

Cabiriyê Ensarî ji Adil Cubeyr xwest dewsa xapandina raya giştî û veşartina rastiyan, bîne bîra xwe ku welatê wî li asta navneteweyî wekî piştgirê herî sereke û bi taluke yê terorîzmê li cîhanê tê zanîn.

بە گوێرەی ڕاپۆرتی ئیرنا سادق حسێن جابری ئەنساری وتەبێژی وەزارەتی دەرەوەی ئێران ڕۆژی هەینی لە وڵام بە لێدوانە پڕ و پووچەکانی عادل جوبەیر وەزیری دەرەوەی عەڕەبستان سەبارەت بە پەیوەندییەکانی ئێران و عێراق وتی: گەلی عێراق بۆ ناسینی دۆست و دوژمن و بەرژەوەندییەکانی خۆی پێویستی بە لێدوانەکانی وەزیری دەرەوەی هیچ وڵاتێک نییە کە لە ماوەی کەمتر لە یەک دەیە ونیوی ڕابردوو گەورەترین هۆکار و لایەنگری ناسەقامی و تیرۆریزم بووە لە عێراق و ناوچەکە و جیهان دا.

جابری ئەنساری وتیشی: ئامادەبوونی ڕاوێژکارە سەربازییەکانی ئێران لە عێراق وسوریا لە ژێر فەرمانی سەردار قاسم سولەیمانی لە سەر داوای دەوڵەتی یاسایی ئەو وڵاتانە و بۆ بەربەرەکانێی تیرۆریستان و توندئاژۆیەکانە و عێراق و ناوچەیان شێواندوە.

وتەبێژی وەزارەتی دەرەوەی ئێران داوای لە عادڵ جوبەیر کرد لە جیاتی هەوڵ دان بۆ خاپاندنی بیروڕای گشتی و چەواشەکردنی ڕاستییەکان، لەبیری نەکا کە وڵاتەکەی لە ئاستی نێودەوڵەتی دا وەک مەترسیدارترین پاڵپشتی تیرۆریزم و ناهێمنی لە تەواوی جیهان دا ناسراوە.

(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu