NûçeRojhilatanavinYemen

Bersiva hêzên yemenî li hemberî êrîşên siûdiyan

Hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê bersiva êrîş û cinayetên siûdiyan dan û tevî êrîşa li ser baregehên artêşa Erebistanê li başûrê vî welatî, ziyaneke giran li wan xistin.

Li gorî rapora IRNA`yê, artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê îro şemiyê çeper û baregehên artêşa Erebistanê li navçeyên Esîr û Necran û Cîzanê dane ber topan ku di encama wê da tevê jinavçûna alavên leşkerî gellek ji hêêzn çekdar ên siûdî hatin kuştin.

Çekdarên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê jî çekdarekî siûdî li Necranê kuştin.

Her viha di encama êrîşa duh ya artêş û komîteyên gelanî yên Yemen li ser çeper û baregehên çekdarên Erebi9stanê li Necranê agir bi erebeyeke leşkerî ket û gellek çek ketin destê hêzên yemenî.

Firokeyên şêrr ên artêşa Erebistanê navçeyên cûrbicûr li parêzgeha Seideyê li bakurê rojavaya Yemenê dane ber êrîşan ku di encamê da welatiyekî sivîl ê yemenî hart kuştin û gellekên din birîndar bûn.

Rêjîma Siûdî bi mehneya vegerandina Evdiorebbeh Mensûr Hadî serokomarê istîfakirî û reviyayî yê Yemenê bo ser desthilatê, ji 26`ê Adara 2015`an va êrîşên xwe li ser Yemenê dest pê kiirne. Ji ber van êrîşan heta niha zêde ji 11 hezar û 400 yemenî ku pirraniya wan jin û zarok bûn hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu