NûçeRojhilatanavinSûriye

Derfeta dawîn a ku artêşa Sûriyê daye terorîstan ji bo derketina ji Helebê

Qumandetiya giştî ya artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê ji terorîstan xwest agirbesa roja îniyê, wekî derfeta dawîn bi kar bînin û ji bajarê Helebê derkevin.

Li gorî rapora IRNA`yê, fermandetiya giştî ya artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê, çarşemiyê bi şev li daxuyaniyekê ragihand ku roja îniyê ji saet 9`ê sibê heya 19`ê, hemî derbasgehên ku ji pêş va hatine kivşkirin, bona derketina kesên çekdar û sivîlan ji taxên rojhilatê Helebê, vekirî ne.

Fermandetiya giştî ya artêşa Sûriyê, ji hemî kesên çekdar xwest şêrr bi dawî bînin û vê derfeta mirovî bi kar bînin û bi çekên xwe yên taybet ji riya derbasgeha Kastêloyê li bakûr û yan jî derbasgeha Bazara Xêrîye El Meşariqê ber bi Parêzgeha Helebê, derkevin.

Artêşa Sûriyê ji kesên sivîl ên ku hez dikin ji taxên rojhilatê Helebê derkevin xwest ku 6 derbasgehên ku kivş bûne, jibo derketina sivîl, birîndar û nexweşan ji taxên hanê bi kar bînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu