NûçeÎranRojhilatanavinYemen

Bersiva leşkerî ya Îranê ji Rejîma Siyonîst ji Yemenê hat piştgirî kirin

Wezareta karên derve ya dewleta Rizgariya Netewî ya Yemenê bersiva Îranê ya bi firokeyên bêfirokevan û mûşekan li hember êrişa rejîma jenosîdî ya Îsraîlê bo ser beşa konsulxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Şamê, wek bersiveke rewa û li gorî yasayên navneteweyî wesif kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Wezareta karên derve ya Yemenê di daxûyaniya xwe de bal kişande ser vê yekê:

“Bersiva leşkerî ya Komara Îslamî ya Îranê li hember Rejîma Siyonîst qanûnî û li gor yasayên navdewletî û peymana Neteweyên Yekbûyî ye; Ji ber ku di çarçoveya mafê xweparastinê de ye.”

Wezareta karên derve ya Yemenê jî got:

“Welatên piştevanê Rejîma Siyonîstî divê bi aqilane tevbigerin, berjewendiya welat û gelên xwe bidin pêş û ji piştgiriya bêsînor a siyasî, leşkerî, darayî û lojîstîkî ji vê rejîmê dûr bixin, ku berovajî xwesteka miletên xwe ye.”

Wezareta karên derve ya Yemenê her wiha bal kişand ser girîngiya Konseya Ewlehiyê ya parastina aştî û ewlehiya navneteweyî bi cihanîna erkên xwe li gorî peymana Rêxistina Neteweyên Yekbûyî.

Başa dön tuşu