NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûrîyê derbasî şarê Al Zemîrê bû

Hêzên artêşa Sûrîyê duh danê êvarê hevgavê derketina koma herî dawî ya têrorîstên Ceyş ul Islamê derbasî bajarê Al Zemîrê li derdora Şamê bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, hêzên artêşa Sûrîyê piştî derbasî şarê Al emîrê bûn, ala vî welatî li navenda vî şarî bilind kirin.

Niştecihên bajarê Al Zemîrê jî bi awayekî germ derketin pêşwazîya hêzên artêşa Sûrîyê.

Dema hêzên artêşa Sûrîyê derbasî bajarê Al Zemîrê bûn, gelê vî şarî durişmên “bijî artêşa Sûrîyê“ û “ em bi rih û can di xizmeta Bişar Esed de ne“ qîrîyan.

Bajarê Al Zemîrê li 44 kîlomêtrîya bakûra rojhilata Şam paytexta Sûrîyê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu