ÎranNûçeRojhilatanavin

Bersiva qahîm a Îranê ji bo her cure destdirêjiya ser sê giravên îranî

dê Komara Îslamî ya Îran bersiveke qahîm bide her cure destdirêjiya ser sê giravên îranî yên wekî Tunba mezin, Tunba biçûk û Ebûmûsayê.

Sekreterê Konseya bilind a ewlehiya neteweyî ya Îranê, Elî Şemxanî roja sêşemiyê li gotûbêja tev nûçegihanan li Kîşê, başûrê Îranê got ku bersiva Îranê li hember îdiayên pûç û bêbingeh ên hin welatên  derdora kendava Farsê li bara xwedaniya giravên sêalî yên Îranê, bawerî û xwesta gelê Îranê ye.

Şemxanî got ku kes nikare giravên Tunba mezin, Tunba biçûk û Ebûmûsayê ji axa Îranê cuda bike û gelê Îranê bi her baweriyeke siyasî û bi her meslek û meremekê amadeyî qutkirina destê her timakarekî ji axa welatê xwe ne.

Li gorî rapora IRIB Newsê, sekreterê Konseya ewlehiya  neteweyî ya Îranê her wiha destpêbûna operasyona  azadkirina  Mûsilê xwesteka  gel û artêşa Iraqê jibo paqijkirina vî welatî ji destê terorîstan da zanîn.

Şemxanî got: Gelê Iraqê, kurd, şîe û sune bi hevrêtiya artêşa vî welatî û pêşengiya yekîneyên li şerê li dij tevgera tekfîrî ya DAIŞ`a ku Îslam li ber çavên alemê xira kiriye, li bajarên curbicur ên Iraqê karîn ku wan bajaran ji destê terorîstên DAIŞ`ê paqij bikin .

Sekreterê Konseya bilind a ewlehiya neteweyî ya Îranê got: Ger mudaxilên derveyî navçê û mudaxila karistanên tekfîrsazî yên hin welatên navçê û yên erebî  bi dawî bibe dê rê jibo pêşketin û û geşatiya gelê Iraqê xweş bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu