dê Komara Îslamî ya Îran bersiveke qahîm bide her cure destdirêjiya ser sê giravên îranî yên wekî Tunba mezin, Tunba biçûk û Ebûmûsayê.
Sekreterê Konseya bilind a ewlehiya neteweyî ya Îranê, Elî Şemxanî roja sêşemiyê li gotûbêja tev nûçegihanan li Kîşê, başûrê Îranê got ku bersiva Îranê li hember îdiayên pûç û bêbingeh ên hin welatên derdora kendava Farsê li bara xwedaniya giravên sêalî yên Îranê, bawerî û xwesta gelê Îranê ye.
Şemxanî got ku kes nikare giravên Tunba mezin, Tunba biçûk û Ebûmûsayê ji axa Îranê cuda bike û gelê Îranê bi her baweriyeke siyasî û bi her meslek û meremekê amadeyî qutkirina destê her timakarekî ji axa welatê xwe ne.
Li gorî rapora IRIB Newsê, sekreterê Konseya ewlehiya neteweyî ya Îranê her wiha destpêbûna operasyona azadkirina Mûsilê xwesteka gel û artêşa Iraqê jibo paqijkirina vî welatî ji destê terorîstan da zanîn.
Şemxanî got: Gelê Iraqê, kurd, şîe û sune bi hevrêtiya artêşa vî welatî û pêşengiya yekîneyên li şerê li dij tevgera tekfîrî ya DAIŞ`a ku Îslam li ber çavên alemê xira kiriye, li bajarên curbicur ên Iraqê karîn ku wan bajaran ji destê terorîstên DAIŞ`ê paqij bikin .
Sekreterê Konseya bilind a ewlehiya neteweyî ya Îranê got: Ger mudaxilên derveyî navçê û mudaxila karistanên tekfîrsazî yên hin welatên navçê û yên erebî bi dawî bibe dê rê jibo pêşketin û û geşatiya gelê Iraqê xweş bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)