ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêşnimêjê Paweyê: “Eger kurdek bû DAIŞ`î, êdî ew ne kurd e”

Pêşnimêjê nimêja Îniyê yê bajarê Paweyê got: “Her kurdek DAIŞ`î nîne û eger kurdek tevlî DAIŞ`ê bû, êdî ew ne kurd e”.

Li gorî rapora Kurd Press`ê, Pêşnimêjê nimêja Îniyê ya bajarê Paweyê, Mela Qadir Qadirî li rêûrismekê bi amadebûna serdar sertîp Rizayî, fermandarê giştî yê sînorvaniya hêza ewlekariya Îranê, amaje bi xeberdana xwe ya sala 1394`an a Koça tavî li meydana Îmam a Isfehanê kir û got: “Min ji xelkê şerîf ê Isfehanê ra got ku dirust e ku DAIŞ`î li gorî nasnameyê sune ne; Lê hûn viya ji me qebûl bikin ku her dûkelek agir nîne û her suniyek jî DAIŞ`î nîne; Roja îro jî ez dibêjim ku rast e têrorîstan bi zimanê kurdî xeber dan; Lê her kurdek DAIŞ nîne û eger jî kurdek bû DAIŞ`î, êdî ew kurd nîne“.

Pêşnimêjê nimêja Îniyê ya bajarê Paweyê, neimeta ewlehiyê mijareke gellek girîng li çanda kurdan da zanîn û got: “Em kurd di dirêjahiya dîrokê da ji ber ku pirtir li ser tixûban bûne û tixûb jî hertim cihê şer û pevçûnan bûne, lewma em ewlehiyê yek ji nêimetên mezin ên Xwedê dizanin û ji bo parastina wê her karekî dikin û me di vê rêyê da gellek şehîd û canbaz dane“.

Mamoste Qadirî got: “Serdema me, serdema şer, tundî, zêdegavî û tekfîrê ye ku hokara vê serdema lewitî, hêzxurt û sermayedarên cehanê ne“ (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu