Wezareta berevaniyê û Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Yemenê bi şermezarkirina kiryara destdirêjkiran li şehîdkirina serokê Konseya bilind a siyasî ya Yemenê, li bara bersiva tund û demlidest a hêzên yemenî bo destdirêjkiran li pêşeroja nêzîk de agahî dan.
Li gorî arpora ajansa fermî ya Yemenê, Sebayê,Wezareta berevaniyê û Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Yemenê duşemiyê şevê li daxûyaniyên cida diyar kirin: Destdirêjkirên siûdî û Îmaratî û alîgirên wan û ehrîmenê mezin, Emeîka divê li benda derbeyên giran bin û bi zûtirkê dê tawana van mudaxilên cinayetkarane bidin.
Daxûyaniyên Wezareta Berevanî û Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Yemenê bala xwe didin ser vê yekê ku şehadeta Salih Semad destkewtek ji bo destdirêjkiran tinebe û destnîşan dike: Şehadeta Serokê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê, dê viyana gelê Yemenê ji bo mayîndebûn û xurtkirina bereyên navxweyî li hember destdirêjkiran zêdetir bike.
Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê duşemiyê li daxûyaniykê raghand ku Salih Semad, serokê Konseya Bilidn a siyasîya Yemenê pênşemiya buhurî li encama êrişa hewayî ya balefirên cengê yên destdirêjkirê siûdî li parêzgeha Hedîdê şehîd bûye.
Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê her wiha şeva buhurî Mehdî Muhemed Husêyn El-Meşat li gorî ayînnameya navxweyî ya vê konseyê wek serokê nû yê konseyê bijart. (BANGÊ ÎSLÂMİ)