ÎranNûçeRojhilatanavin

Bersiva Zerîf bo gotinên pûç ên Trump: Te haje xwe hebe

Wezîrê karên derve yê Îranê duşemiyê şevê bersiva gotinên tund ên Donald Trump serokkomarê Emerîkayê yên li dijî Komara Îslamî ya Îranê da.

Li gorî rapora IRNA`yê, Muhemed Cewad Zerîf di twîtera xwe de bal kişand ser vê yekê ku gefên Trump ji bo îraniyan ne girîng in û nivîsî ku îranî ev 40 sal in  ku gotinên bi vî rengî dibhîzin.

Wezîrê karên derve yên Îranê xitabî Trump got: Îranî ev hezar sal in ku hene û sernixûnbûna kiraltiyan ji wan kiraltiya li welatê xwe bi çavê xw dîtine ku emrê wê  ji emrê hin welatan dirêjtir bû. Bila te haje xwe hebe.

Trump roja duşemiyê wek berteka li hember gotinên Hesen Rûhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê ku destnîşan kiribû,“nabe Emerîka bi dêla şêr re bilîze“, di twîtera xwe de îdia kir: Ger careka din gef li Amerîkayê bê kirinê, Îran dê dûhatên wisa bibîne be ku dîrokê heta niha kêm dîtiye.

Rûhanî roja yekşemiyê li axiftinekê xitabî emerîkiyan û li bersiva vê yekê ku wan gotine, “nahêlin  nifta Îranê bê firotin“ û got: Serokkomarê Emerîkayê bila bizanibe ku Îran ewlehiya rêbuhurka deryayî (Tengava Hurmizê) ya  navçê di dirêjahiya dîrokê de garantî kiriye û bila bi dêla şêr re nelîze, ji ber ku bersiva Îranê dê wan poşman bike.

Başa dön tuşu