ÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka alimên dînî û melayên sunî yên parêzgeha Kurdistanê li hember bûyerên terorîstî yên li Têhranê

Xetîbên nimêja cimaetê yên bajarên navçeyên kurdnişîn û komek ji alim û melayên sunî yên parêzgeha Kurdistanê, bûyerên terorîstî yên duh li Têhranê bi tundî şermezar kirin û xwestin ku gelê Îranê zêdetir ji berê li hember dijminan yehgirtî bin.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, bûyerên terorîstî yên duh li Têhranê (Li mezela a Îmam Xumeynî (re) û Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê ) ku ji aliyê endamên koma terorîst a DAIŞ`ê va pêk hatin û di encama wan de 17 welatiyên me şehîd bûn û nêzî 50 kesî jî birîndar bûne, bertekên curbicur bi dû xwe va hebûne û para zêde ya welatên cîhanê û herwiha misilman û kesayetiyên curbicur ew şermezar kirine.

Alim û melayên sunî yên welêt, li peyam û daxuyaniyên curbicur, ev cinayetên terorîstî şermezar kirine û xwstine ku gelê Îranê zêdetir ji berê li hember dijminan  yehgirtî bin ku di vê navberê de pêşnimêjên bajarên curbicur ên navçeyên kurdnişîn û alim û melayên parêzgehên Kurdistanê jî li peyam, daxûyanî û gotûbêjên curbicur ev bûyer û cinayet şermezar kirine û ragihandin ku berovajiya fikr û armanca dijminan, ew bûyerena, bûn zemîneyeke jibo yekbûn û yekgirtîbûna zêdetir a di navbera eşîr û xelkê welêt de û ew ê zêdetir û cidîtir ji pergal û nirxên îslamî û ewlehiya welêt, berevanî û piştgîriyê bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu