ErebîstanIraqNûçeRojhilatanavin

Berteka balyozê Erebistanê li Iraqê li hember guhertina wî

Balyozê Erebistanê li Bexdayê li berteka li hember daxwaza dewleta Iraqê ji siûdiyan jibo guhertina wî got: Erebistan dev ji Iraqê ber nade.

 Li gorî rapora  malpera  Babil Newsê ji zarê medyayê siûdî Samir  El-Sebhan balyozê Erebistanê li Bexdayê destnîşan kir Iraq Kezeba  cîhana  ereb e û ger ew wêde here dê hemî siûdî dê bibin Samir  El-Subhan. Wezareta  karên derve ya Iraqê roja yekşemê li daxûyaniyekê ragihand ku bi nameyekê ji Erebistanê xwestiye ku  kesekî din dewsa Samir  El-Subhan balyozê  niha yê vî welatî li Bexdayê dayne. Li daxûyaniya  wezareta karên derve ya Iarqê hatiye ku El-Subhan ne tenê qanûnên  dîplomatîk berçav nagire belkî li karûbarên navxweyî yên Iarqê jî mudaxilê dike û ev yeka qet jibo dewlet û gelê Iraqê nayê qebûlkirin.

Pêştir  hejmareke zêde ji kesayetî û partiyên  Iraqê tevî rexneya  ji mudaxilên  Samir El-Subhan, balyozê Erebistanê li Iarqê li karûbarên navxweyî û eskerî yên vî welatî daxwaza derketina  wî ji welatên xwe kiribûn . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu