NûçeRojhilatanavin

Berteka cîgirê serokê HAMAS`ê İsmail Heniye li hemberî helwesta Misrê

Cîgirê serokê polîboroya Tevgera berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) tawanên wezîrê karên hundur ê Misrê dijî vê tevgerê hilêxistine, ret kirin.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Filistînê, Ismayîl Heniye, cîgirê serokê polîteboroya HAMAS`ê tawanbarkirina vê tevgerê ji aliyê Mecdî Xefar wezîrê karên hundur ê Misrê li bara rola wê li kuştina Hişam Berekat dozgerê berê yê Misrê ret kir.

Heniye bibîr xist ku bê guman HAMAS hez dike peywendiyan bi isrê ra dayne lê, wezîrê karên hundur ê Misrê nişkêva buxtanek hilêxist ku çand, hizr, felsefe û nêrînên Tevgera berxwedana islamî ya Filistînê rê nadin karên bi vî rengî.

Wî her wiha got: Rabhoriya HAMAS`ê şehedê herî baş jibo vê meseleyê ye ku em tu wexta têrorên siyasî li nav û derveyî Filistînê pêk naynin û dijminê me yê sereke tenê Rêjîma Siyonîst e.

Cîgirê serokê polîtboroya HAMAS`ê her wiha got: Armanca Filistînê, meseleya bingehîn û navendî ya umeta islamî û erebî ye û her welatê navçê ku dixwaze roleke hevseng tê da bilîze, divê vê meseelyê berçav bigire.

Ev gotinên heniyê piştî wê hatin rojevê ku mecdî Xefar wezîrê karên hundur ê Misrê vê dawiyê Tevgera HAMAS`ê tawanbar kir ku rola wê li kuştina Hişam Berekat dozgerê berê yê vî welatî hebûye. (Bangê Îslâmi)

Başa dön tuşu