ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka cîhana îslamê li hember hevhatina rejîmên siûdî û siyonîst

Kiryara Erebistanê derheq girêdana peymanê tev şîrketeke îsraîlî jibo dabînkirina ewlehiya heciyan ji aliyê cîhana îslamê ve hat şermezarkirin.

Li gorî rapora Qudsena`yê, şêx  Ekrem Sebrî pêşnimêjê mizgevta Eqasyê  li bara mudaxila şîrketa G-4-S a Îsraîlê nav civakên ereb û misilman hişyarî da û tekez kir ku ev şîrketa îzna wê tine ku li bara xebatên lêzanîn û ewlehiyê yên heciyan bikeve tevgerê.

Pêşnimêjê mizgevta Eqsayê peymana  rejîmên siûdî û siyonîstî bi armanca  mudaxila nav civakên ereb û îslamî da zanîn û got: Bikaranîna  şîrketeke  îsraîlî li warê raberkirina ximzetan bo heciyan heram e.

Erebistanê jibo dabînkirina  ewlehiya heciyan û çavdêriya ser karûbarên wan ji riya bazinên iliktronîkî li hecê bi şîrketa  G-4-S`ê ya Îsraîlê peymana hevkariyê wajo kir.

Hejî gotinê ye ku şîrketa  G-4-S`ê berpirsiyariya  parastina  zîndanên Îsraîlê heye û amêrên şikenceyê dide rayedarên Îsraîlê.

Vê şîrketê herwiha li kiryarên berfireh li dijî hêsîrn filistînî dest heye.

Riyazê destpêka Hezîrana buhurî ragihand heciyên mala Xwedê li heca îsal bi GPS`ê tên pergalkirin û lêzanînên wan ên kesane û pizşîkiyê yên wan jibo girtina pêşiya bûyereke wek bûyera par a Minayê dê werin qeydkirin.

Ji ber nehêjatî û sersariya berpisrên siûdî di 24 Îlona 2015`an da bi hezaran hecî li karesata Minayê hatin kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu