AborîCîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka Çînê li hember kiryara Amerîkayê

Berdevkê wezareta karên derve ya Çînê, li hember kiryara wezareta karên derve ya Amerîkayê ya li bara hişyariya li welatiyên amerîkî têkildarî sefera bo Çînê, bertek nîşan da.

Li gorî rapora IRNA`yê, Lo Kang (Lu Kang), roja Şemiyê bal kişand ser sefera zêde ji du mîlyon û 300 hezar amerîkiyan bo Çînê di sala 2018`an de û got: “Hejmara welatiyên amerîkî ku di vê salê de seredana Çînê kirine zêde ji wan çîniyan e ku seredana wî welatî kirine û eva bixwe hegerek e ku nîşan dide Çîn welateka ewleh ji bo wan e”.

Berdevkê wezareta karên derve ya Çînê, herwiha got: “Berovajî mijara ku Waşîngton dibêje, ev Amerîka ye ku ji bo sefera welatiyên çînî bo wî welatî astengiyan derdixe”.

Wezareta karên derve ya Amerîkayê pênşemiyê bi şev li ser sefera bo Çînê hişyarî dabû welatiyên Amerîkayê.

Başa dön tuşu