CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka Ewropayê ser êrîşên du gemiyên niftkêş li Deryaya Omanê

Yekîtiya Ewropayê wek berteka li hemberî bûyera qewimî jibo du gemiyên niftê li Deryaya Omanê daxwaza serhemdêxwebûşna hemî aliyan û xwedûrkirina ji kêşesaziyê kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Yekîtiya Ewropayê îro anku Îniyê bi dayîna daxûyaniyekê tevî daxwaza ji hemî aliyên navçeyî jibo sebr û hedara herî zêde, ragihand ku li halê komkirina zanyariyên zêdetir di warê tawanên Amerîkayê li dijî Îranê ye.

Maya Koçiyançîç, berdevka Fêdêrîka Mogirîniyê Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê beriya viya bi gotina vê yekê ku navçeya Rojhilata Navînê hewcetî bi aliyên zêdetir ji bo nearamî û kêşesaziyê tuneye, daxwaza serhemdêxwebûna herî pirr û xwedûrkirina ji handan û tehrîkê kiribû.

Wezareta karên derve ya Çînê jî wek berteka li hemberî êrîşên roja bihurî li ser gemiyên niftê li Deryaya Omanê, ji hemî aliyan xwest ku ser hemdê xwe bin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Reutersê ji Pikenê, Wezareta karên derve ya Çînê roja Îniyê bi daxûyaniyekê her wiha ragihand: Tu kes dê nexwaze ku şer li navçeya Kendava farsê derkeve û Piken hêvîdar e ku hemî alî ji riya gotûbêjê nakokiyên xwe çareser bikin.

Başa dön tuşu