ÎranIraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Berteka Îranê li bara nameya 11 welatên ereb bo sêkrêtêrê giştî yê NY

Xulamelî xweşrû nûnerê hertimî yê Komara Islamî ya Îranê li NY roja çarşemiyê wekî bersiva li hemberî kiryara vê dawiyê ya Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereb (Imarat) û deh welatên din ên ereb ya şandina nameyekê ji bo sêkrêtêrê giştî yê NY û hilêxistina tawanên bêbingeh li dijî Îranê, tevî şandina nameyekê ji bo sêkrêtêrê giştî yê vê saziya navneteweyî û dayîna bersiva tawanên hilêxistî, ji wî xwest ku vê nameyê wekî belgeyeke fermî biweşîne.

Xweşrû li vê nameyê bal kişande ser îdiaya 11 welatên ereb li bara destwerdana Îranê li karên navxweyî yên welatên ereb û ragihand: Pêkeniya tal a vê nameyê ev e ku wajokerên vê nameyê ku Îranê bi sûcê destwerdana li karên navxweyî yên welatên din tawanbar dikin bi durûtiyeka mezin bi xwe li halê bombarana gelê Yemenê ne.

Li vê nameyê hatiye ragihandin ku tawanên bêbingeh ên ku van welatan li bara piştgiriya Îranê ji têrorîsmê li dijî Têhranê hilêxistine jî teqlîd û peyrewîyeke zarokane ji wan tawanbarkirinan in ku welatên din ji ber piştgiriya Îranê ji raman û gelê Filsitînê hilêdixinin.

Li vê nameyê herviha hatiye ragihandin ku piştgiriya misteşariya Îranê ji hêzên çekdar ên Sûriyê jî li ser esasa daxwaza dewleta rewa ya vî welatî û li çarçova mafên navneteweyî û mafê parastina rewa û benda 21`ê ya menşûra Neteweyên Yekbûyî  pêk tê; Heke piştgiriya Îranê û welatên din ji dewleta Sûriyê neba, wê komên cinayetkar û tekfîrî ku welatên wajokerên vê nameyê pişta wan digirin, heta niha li hemberî Sûriyê serkevtî bibûn û ala xwe ya reş li seranserî Sûriye û deverên din ên Rojhilata Navînê bilind kiribûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu