NûçeFilistînLubnanRojhilatanavin

Hişyariya mûşekan ji Hasan Nasrullah ji bo Îsraîla Siyonîst

Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullaha Lubnanê Seyîd Hesen Nasrullah duh êvarê di hevpeyvîna xwe ya li gel kanala Mayadeen TVyê de pêşhatên dawî yên li herêmê û Lubnanê nirxand.

Nasrullah da zanîn ku Hîzbullah ji niha ve di pozîsyoneke xurt de ye û got, “Piştî şerê 33 rojan dijmin fêm kir ku rûbirûbûna berxwedanê xeternak e û berxwedan xwedî hêzeke mezin e. Dijmin pê hesiya ku her tevgerek li dijî Lubnanê dê bi bertekên tund re rû bi rû bimîne.” got.

Nasrullah bal kişand ser girîngiya qada xaza siruştî ya bi nakok a Kariş, Nasrullah got:

“Hikûmeta Beyrûtê ji bo parastina Lubnanê û dewlemendiya wê nikare biryareke guncaw bide û ji ber wê jî berxwedan neçar e vê biryarê bide. Armanca Hizbullahê derxistina petrol û gaza Lubnanê ye, ji ber ku tenê bi vî awayî Lubnan dikare bijî.”

Derbarê operasyona Karişê de jî Nasrullah got, “Me ev kiryar ne bi birayên xwe yên Sûriyeyî û yên Îranî û ne jî bi hevalbendên xwe yên li welêt re hevaheng nekir.” daxuyanî da.

Hasan Nasrullah bal kişand ku Hîzbullah gelek caran Îsraîl hişyar kiriye ku li herêma nakok a li avên Lubnanê neft û gaza xwezayî hilberîne û got, “Armanceke Îsraîlê tune ye ku mûşekên hesas ên berxwedanê li behrê û bejahiyê nikaribin bigihêjin.” hevok bi kar anîn.

Derbarê hinartina sotemeniyê ji Îranê de jî Nesrullah got, “Ez amade me sotemeniyê ji Îranê derxim, bi şertê ku hikûmeta Lubnanê qebûl bike. Mixabin ji ber tirsa cezayên Amerîkayê ev yek nayê qebûlkirin û cesareta siyasî li Lubnanê kêm dibe.” wî got.

Başa dön tuşu