Behram Qasimî, roja pêncşemiyê li berteka li hember gotinên wezîrê karên derve yê Behreynê yên li ser siyasîkirina hecê ji aliyê Îranê ve, şîret li wî kir: Ya baş ew e ku wezîrê karên derve yê Behreynê, dewsa nihêrînên yekalî û helwêstên dubarebûyî û dewsa cihanîna destûr fermanên kesên din ên ku li navçê riya şaş dişopînin, ji ber pirsgirêkên navxweyî yên welatê xwe nîgeran bibe û bêyî ku balê bikişîne ser kuştina bêrehmane ya misilmanan li bûyera Minayê di sala buhurî de, xwe ji meselên ku têkildarê rêûrisma herî girîng a misilmanan e dûr bigire û xeta çêkirina bêtifaqî û cidatiyê li cîhana Îslamê neşopîne.
Bi hezaran tewafkirên cihanê ji wan 464 tewafkirên Îranî, roja cejna Qurbana sala buhurî (24`ê Îlona 2015`an ) û li dema cihanîna rêûrisma hecê li erdê Minayê, ji ber nehêjatiya berpirsên Alê Siûd, canê xwe ji dest dan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)