ÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka Îranê li hember hukmê bixerez ê dadgeha kanadayî

Berdevkê wezareta karên dere ya Îranê diyar kir: Hukmê vê dawiyê yê dadgeha Antaryoyê ya Kanadayê li dijî Komara Îslamî ya Îranê li dijî prensîpên mafên navneteweyî li bara parêzbendiya dadweriyê ya dewletan û mal û milkên wan e û nayê qebûlkirin.

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê roja yekşemiyê wek berteka li hember hukma  vê dawiyê ya dadgeha Entayoyê ya Kanadayê li dijî Îranê destnîşan kir: Mixabin dadwerê kanadayî bêyî berçavgirtina  qayîde û qirarên  navneteweyî û esla wekheviya dewletan ev hukma daye ku Îran vê hukmê qebûl nake.

Qasimî her wiha got: Îranê pêştir nerazîbûna xwe ya fermî li vê barê ragihandiye dewleta Kanadayê û mafê Îranê jibo şopandina  kiryarên siyasî û hiqûqî li vê barê parastî ye.

Dadwerê dadgeha Entayoyê ya Kanadayê roja şemiyê bi kiryareke bixerez  jibo Îranê crîma  300 hezar dularî kivş kiriye jibo ku xercên  dadweriyê yên komek  ji şakiyan ku Îranê tawanbarê piştgiriya ji terorîzmê kirine, bicebirînin.

Ev dadgeha Hezîrana  sala 2016`an jî li îdiayeke  pûç , jibo Îranê cirîma 13 milyon dularî kivş kiriye ku bide grûpek ji goriyên  terorîzmê.

Îdiaya  bêbingeh a dadgeha  Kanadayê li halekê ye ku  Îran bixwe ji goriyên  mezin  ên terorîzmê li cîhanê bûye û niha jî di rêza pêşengiya rawestana li ber terorîzmê li navçê de ye . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu