EfrîqaÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka Îranê li hember îdiaya serokkomarê Cîbûtîyê

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê, îdiaya serokomarê Cîbûtiyê ya li ser xwetêkilkirina Îranê li karûbarên welatên navçê, nezelal û nepijiyayî da zanîn.

Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, roja îniyê li bara îdiaya Îsmaîl Umer Xîle, serokkomarê Cîbûtiyê dijî Îranê got: Rayedarên vî welatî berî gotina her cure qiseyeka bêbingeh û dûrî rastiyan, bila bi palpiştiya fikirînê û serîlêdana li çavkaniyên bêalî û xwedûrgirtina ji gotinên kesên ku navçeyê aloz dikin, li çarçoveya fêmkirina xwe ya herîkêm, nihêrînên xwe raber bikin.

Qasimî, şîret li Umer Xîleyê kir ku dewsa dubarekirina gotinên pûç û ji aliyê kesên din, bi nihêrîneka deqîq li ser berjewendiyên xelkê navçê, venihêrînekê li ser gotina xwe ya yekalî pêk bînin, ji ber ku helwêstên wiha tu xêr û feydeyekê jibo aştî û ewlehiya navçê û bi taybet çareseriya qeyranên Sûriye û Yemenê tunene.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, tevî vexwendina serokkomarê Cîbûtiyê bo xwendina deqîq a dîrok û şaristaniyeta cîhanê bi taybet li navçê, destnîşan kir: Dîroka navçê, tijî ibretên zav in ku dikarin wekî çirayekê, li dahatiyê rê nîşanî me bidin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu