Berteka Îranê li hember kuştinên başûrê Yemenê
Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê roja çarşemiyê cinayetên hêzên ser bi Erebistanê li parzêgeha Teiza Yemenê şermezar kir û destnîşan kir: Kuştina berfireh û pirtî pirtîkirina meytê xelkê sivîl ê gundekî, mînaka eşkere ya jînosaydê ye.
Berdevkê wezareta karên derve got : Ji ber ku ev cinayeta li çarçowa êrişeke organîzbûyî ya berfireh ser civateke sivîl cih hatiye mînaka eşkere ya cinayeta li dijî mirovahiyê ye û wek cinayeta şêr tê hesabê.
Berdevkê wezareta derve dewama kuştina xelkê sivîl ji wan kiryarên neînsanî û kirêt nîşana lawazî û bêhêziya hêzên ser bi Erebistana Siûdî da zanîn û hişyarî da: Dewama siyaseta şerxwazî û piştgiriya ji terorîzma tekfîrî ku rûyê rastîna vê rejîmê wek bavê El-Qaidê û DAIŞê nîşan da bêguman dê wan bixe nav qopiyekê ku îmkana rizgarbûna jê tine.
Kirêgirtiyên siûdî roja sêşemiyê mizgevtek li gundê El-Serariyê teqandin û bi êrişa ser vî gundî bi dehan kes ji xelkê wê hêsîr kirin û meytên kuştiyan pirtîpirtî kirin.
Li gor vê raporê, li encama vê cinayeta nû, 20 kes ji xelkê gundê El-Serariyê hatin kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)