İslami Davet Kurdi Bange İslami

Berteka Îranê li hember kuştinên başûrê Yemenê

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê roja çarşemiyê cinayetên  hêzên ser bi Erebistanê li parzêgeha Teiza Yemenê şermezar kir û destnîşan kir: Kuştina berfireh û pirtî pirtîkirina meytê xelkê sivîl ê gundekî, mînaka eşkere ya jînosaydê ye.

Berdevkê wezareta karên derve  got : Ji ber ku  ev cinayeta  li çarçowa êrişeke  organîzbûyî ya berfireh ser civateke  sivîl cih hatiye mînaka eşkere ya cinayeta  li dijî mirovahiyê ye û wek cinayeta şêr tê hesabê.

Berdevkê wezareta derve dewama kuştina xelkê sivîl ji wan kiryarên neînsanî û kirêt nîşana  lawazî û bêhêziya  hêzên ser bi Erebistana Siûdî da zanîn û hişyarî da: Dewama siyaseta şerxwazî û piştgiriya ji terorîzma tekfîrî ku rûyê  rastîna vê rejîmê wek bavê El-Qaidê û DAIŞê nîşan da bêguman dê wan bixe nav qopiyekê ku îmkana  rizgarbûna jê tine.

Kirêgirtiyên siûdî roja sêşemiyê mizgevtek li gundê El-Serariyê teqandin û bi êrişa ser vî gundî bi dehan  kes ji xelkê wê hêsîr kirin û meytên kuştiyan pirtîpirtî kirin.

Li gor vê raporê, li encama vê cinayeta nû, 20 kes ji xelkê gundê El-Serariyê hatin kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version