Berteka Îranê li hember liv û tevegrên nû û bêewlehîçêker ên Emerîkayê li Sûriyê

Berdevkê Wezareta karên Derve ya Îranê bal kişand ser raghandina rayedarên Emerîkayê derheq avakirina hêzeka nû ya sînorî li Sûriyê û ew mînaka eşkere ya mudaxila li karûbarên navxweyî ya welatan da zanîn.
Hevalbendiya emerîkî ya qaşo li dijî DAIŞ`ê ragahndiye ku tev komên kurd ên sûrî dixweze ku hêzeka nû li Sûriyê ava bike.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Behram Qasimî berdevkê Wezareta karên Derve ya Îranê îro sêşemiyê got: “Ev nihêrîna û biryara emerîkiyan wextekê eşkere dibe ku artêşa Sûriyê û hêzên hevpeymanê wê, serketinên berçav û mezin li warê rawestana li ber komên terorîstî yên DAIŞ û bereya El-Nusreyê bi dest xistine“.
Qasimî her wiha got : “Îran bi Rûsiye û Tirkiyê re hewl didin ji riya gotûbêjên pêvajoya Astanê û avakirina navçên kêmkêşe, vê qeyranê kontrol bikin û heya niha jî destkewt û serketinên berbiçav bidset xistine“.
Berdevkê Wezareta karên Derve ya Îranê destnîşan kir: “Wextê wê hatiye ku Emerîka bi guhertina siyasetên mudaxilekirane û kavilkir ên xwe li navçê, di dema herî kin de hêzên xwe ji Sûriyê derxîne û rê bide ku gelê vî welatî bixwe li bara çarenivîs û pêşeroja xwe wisa ku piraniya xelkê dixweze, biryarê bide“.
Pêştir jî Feysel Miqdad, alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê gotibû: “Emerîka ji DAIŞ`eka nû bi navê Hêzên HSD li Sûriyê piştgiriyê dike“.