İslami Davet Kurdi Bange İslami

Berteka Îranê li hember liv û tevegrên nû û bêewlehîçêker ên Emerîkayê li Sûriyê

Berdevkê Wezareta karên Derve ya Îranê bal kişand ser raghandina rayedarên Emerîkayê derheq avakirina hêzeka nû ya sînorî li Sûriyê û ew mînaka eşkere ya mudaxila li karûbarên navxweyî ya welatan da zanîn.

 Hevalbendiya  emerîkî ya qaşo li dijî DAIŞ`ê ragahndiye ku tev komên  kurd ên sûrî dixweze ku hêzeka nû li Sûriyê ava bike.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Behram Qasimî berdevkê Wezareta karên Derve ya Îranê îro sêşemiyê got: “Ev nihêrîna  û biryara  emerîkiyan wextekê eşkere dibe ku  artêşa Sûriyê û hêzên hevpeymanê wê, serketinên  berçav û mezin  li warê rawestana li ber komên terorîstî yên DAIŞ û bereya El-Nusreyê bi dest xistine“.

Qasimî her wiha  got : “Îran bi   Rûsiye û Tirkiyê re hewl didin  ji riya gotûbêjên pêvajoya Astanê û avakirina  navçên kêmkêşe,  vê qeyranê kontrol bikin û heya niha jî destkewt û serketinên berbiçav bidset xistine“.

Berdevkê Wezareta karên Derve ya Îranê destnîşan kir: “Wextê wê hatiye ku  Emerîka bi guhertina  siyasetên mudaxilekirane û kavilkir ên  xwe li navçê, di dema  herî kin de  hêzên xwe ji Sûriyê derxîne û rê bide ku gelê vî welatî bixwe li bara çarenivîs û pêşeroja xwe wisa ku piraniya xelkê dixweze, biryarê bide“.

Pêştir jî Feysel Miqdad, alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê gotibû: “Emerîka ji DAIŞ`eka nû bi navê Hêzên  HSD li Sûriyê piştgiriyê dike“.

Exit mobile version