ÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka Îranê li hemberî bijartina raportêrê nû yê NY yê taybetî mafên mirovan

Sekreterê navenda mafên mirovan a dezgeha dadwerîya Îranê got ku bijartina raportêrê NY yê taybetî mafên mirovan li karên Îranê, narewa ye û nayê qebûlkirin.

Mihemed Cewad Larîcanî sêkrêtêrê navenda mafên mirovan a dezgeha dadwerîya Îranê herviha got: Bijartina raportêra taybet a mafên mirovan a NY li karên Îranê encama standardên durû û pêngavên bi dilê hin welatên taybet di çarçova Konseya Mafên Mirovan da ye.

Li gorî vê raporê, Ehmed Şehîd raportêrê taybet ê mafên mirovan ê NY li karên Îranê salekê zûtir ji demê ji posta xwe wêda diçe û yê di meha Mijdara tê da berpirsîya xwe bispêre Asim Cehangîr.

Îranê berî vîya ragihandibû ku guhertina zûdem a raportêrê taybetî mafên mirovan ê NY li karên Îranê nîşana aşkira ya nekêrhatîbûn û işkesta bijartina raportêrekî taybet li NY jibo Komara Islamî ya Îranê ye.

Ehmed Şehîd, dîplomatê xelkê Maldîvê ku di 11`ê Hezîrana sala 2011`ê da ji alîyê Konseya Mafên Mirovan a NY va wekî raportêrê taybet ê mafên mirovan li karên Îranê hat bijartinê, hin rapor li dijî Îranê weşandibûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu