ÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka Îranê li hemberî gotinên pûç ên wezîrê karên derve yê Imaratê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got ku babatên ku wezîrê rawêjkar li karên derve yê Imaratê li 34`emîn civîna Konseya Mafên Mirovan li dijî Îranê hilêxistin, pûç û bêbingeh in.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Behram Qasimî îro wekî berteka li hemberî gotinên vê dawîyê yê wezîrê karên derve yê Imaratê pêkutî kir: Kesên şer li dijî gelê mezlûm ê Yemenê gurr kirine, destkevtek bilî bihêzkirina têrorîstan û xweşkirina rê jibo bicihbûna wan li beşeke axa Yemenê tinebûne û bê guman berpirsîya rasterast a cinayetên li Yemenê û bihêzbûna têrorîsmê li wir û hemî deverê li ustîyê Imaratê û endamên din ên hevalbendîya şerptan e.

Behram Qasimî herwiha got: Cihê heyf û mixabinîyê ye welatê ku nêzî 2 salan e rol û berpirsîyeke rasterast li kavilkirina jêrxanên Yemenê û cinayetên cengê û dorpêçkirina zalimane ya gelê vî welatî hebûye, niha welatên din bi destwerdana li Yemenê tawanbar dike.

Enwer Qerqaş wezîrê karên derve yê Imaratê şeva buhurî li axavtinekê bi idiaya vîya ku Îran di çarçova liv û tevgerên l idijî siûdîyan da, sîlehan jibo Hûsîyên Yemenê dişîne, idia kir ku Îran destwerdana li deverê didomîne.

Îranê bicaran ragihandîye ku dew û dozê berpirsên imaratî û erebistanî li bara şandina sîlehan ji hêla Têhranê va bo Yemenê, pûç û derew in.

Imarat, Erebistan û berpirsên dewleta istêfakirî ya Yemenê li halekî carina Îranê li warê şandina sîlehan jibo Yemenê tawanbar dikin ku ew ji Adara 2015`ê va li Yemenê tûşî işkestê bûne û di vê heyamê da jî gellek cinayet l idijî gelê Yemenê kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu