Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê wekî berteka li hember nûçên li bara nameya wezîrê karên derve yê Îranê bo seroka siyaseta derve ya YE`yê hatine weşandinê, ev mesele tişteke normal da zanîn.
Li gorî rapora wezareta karên derve, Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê roja înê şandina nama Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê bo Fêdêrîka Mogêrînî seroka siyaseta derve ya YE`yê got: Şandina nameyên wisa navbera her du aliyan tiştek teze nîne.
Qasimî bal kişand ser vê yekê ku pêştir hin name navbera her du aliyan hatine şandin û alûgurên wisa ji ber peywendiyên her du aliyan û her wiha şopandina mesela rêketinnama navokî tam asayî ye û meseleyeke nenoraml nayê hesabê.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê tekez kir: Diqewime navbera her du aliyan nameyên li vê çarçêvê werin nivîsîn û hin mesele werin hilkolandin (BANGÊ ÎSLÂMİ).