IraqNûçeRojhilatanavin

Berteka li hember seredana Yildirim li bereyên şerrê dijî DAIŞ`ê li Iraqê

Nûnerê parêzgeha Neynewayê li Meclisa Iraqê, seredana serokwezîrê Tirkiyê li bereyên şerrê dijî koma terorîst a DAIŞ`ê li wî welatî, karekî bi provaksiyon û bi tehrîk da zanîn.

Ebdulrehman El Lewîzî, nûnerê parêzgeha Neynewayê li Meclisa Iraqê, roja duşemiyê li gotûbêja bi Ajansa nûçeyan a El Melûmê, got, seredana Bînalî Yildirim, serokwezîrê Tirkiyê li bereyên şerrê dijî DAIŞ`ê, xwetêkilkirina aşkera li karûbarên navxweyî yên Iraqê ye.

Berî niha jî Huşyar Ebdullah, endamê komîsyona ewlehî û berevaniya Meclisa Iraqê, li ser baweriya Bexdayê li Enqerê hişyariyê da û got, dewama hebûna hêzên Tirk li nav axa Iraqê tevî nerizamendiya fermî ya dewlet û neteweyê vî welatî, nêta nexêr û nebaş a Tirkiyê, nîşan dide û wê îsbat dike.

Serokwezîrê Tirkiyê şemiya buhurî li serokatiya taximeka siyasî û aborî ya  payebilind, derbasî Bexddayê bû û bi rayedarên payebilind ên Iraqê li ser peywendiyên dualî gotûbêj kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu