ÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka li hemberî gêreyên vê dawîyê di navbera qayiqên îranî û amerîkî da

Muhsin Rizayî, sêkrêtêrê Civata Kifşkirina Berjewendîyên Nizama Îranê îro wekî berteka li hemberî gêreyên vê dawîyê di navbera qayiqên serbazî yên Îran û Amerîkayê li Kendava Farsê da herwiha got: Qayiqên serbazî yên Îranê bi hegera perwerdeya tam, naskirina qanûn û standardên navnetewî di çaçrova qayde û qirarên deryayî yên ku sazîyên dewletê dipejirînin da kar dikin.

Muhsin Rizayî bi pêkutîya ser vê yekê ku Îran sînorên avên netewî yên xwe diparêze, got ku şaşitîyên ku heta niha pêk hatine, ji alîyê amerîkîyan va bûne ji ber ku perwerdeya tam jibo bicihbûna li Kendava Farsê nedîtine.

Rizayî bibîr xist ku devera kendava Farsê bi hegera lihevalîyayîbûnê ji hêla sînorên hewayî û deryayî va dikeve ber destirêjîyê û delweta Amerîkayê divê di vî warî da hêzên xwe zêdetir perwerde bike ta ku sitandardên navnetewî berçav bigirin.

Sekreterê Civata Kifşkirina Berjewendîyên Nizama Îranê herwiha li bara plana aştîyê ya Amerîka û Rûsyayê jibo kutakirina qeyrana Sûrîyê pêgîrî kir ku her pêşnîyara aştîyê ku dewlet û gelê Sûrîyê razî neke, nayê qebûlkirinê ji ber ku aştîyek, wê mayinde bibe ku gel û delweta Sûrîyê têda rola xwe hebin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu