ÎranNûçeRojhilatanavin

Serokkomarê Îranê ser berfirehkirina hevkariyên hevpar di navbera hemû welatên navçeyê bona dabînkirina ewlehiya navçê û agirbesa nav Yemenê sekinî

Hesen Ruhanî serokkomarê Îranê li hevdîtina îro çarşemê tev Soltan Qabûs paşahê Omanê li Mesqetê , tevî ragihandina rola her du welatên Îran û Omanê bona dabînkirina ewlehiya navçeyê got: Her du welatên Îran û Omanê parêzvanên dîrokî yên Tengava Hurmozê ne bona ku ticareta navnetewî bi ewlehî were cihhatin û hevkariyên van her du welatan bona ewlehiya navçê bibandor e.

Ruhanî destnîşan kir; Bona dabînkirina ewlehiya navçê tu rêçareyek xîncî hevkariyên welatên navçê û cihanîna wezîfe û pêsparteya welatan tune ji ber ku pêwîst e bona dabînbûna ewlehiya navçê hemû welat li kêlega hevdu bin û bi hevra hevkariyê bikin.

Wî tevî pêşwaziya ji berfirehbûna hevkariyên navbera du welatên Îran û Omanê û hevkariyên navçeyî yên Îranê û welatên cînar got: Îran dê dewamê bide alîkariyên xwe bona welatên navçê ku li şerê dijî terorîstan da ne.

Ruhanî tirsandina welatên cîhanê ji Îranê siyasetekî derve ji navçê û plana dijminên hevpar ên îslamê û welatên erebî yên navçê da zanîn û got: Têhran hertim dixebite ku pirsgirêkên welatên navçê çareser bike û bawer e ku neyariyên heyî pêwîst e ji riya gotûbêjê werin çareserkirin û hêza eskerî tenê ji bo berevaniyê û bona qahîmbûna ewlehiya navçê ye.

Soltan Qabûs jî li vê hevdîtinê got: Oman bi dû berfirehkirina hevkariyên xwe yên siyasî, aborî û çandî tev Îranê ye.

Wî bilî qedrzaniya ji siyasetên Îranê yên berfirehkirina hevkariyên tev cînaran û hevkariyên navçeyî got: Qahîmbûna hevkariyên Îran û navçê ser qazanca ewlehiya navçê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu