IraqNûçeRojhilatanavin

Li êrîşa têrorîstan li ser bazara Mûsilê 15 kes hatin kuştin û birîndar bûn

Li halekî ku ji ber êrîşa bi topên hawanê ya DAIŞ`ê li ser bazareke bakurê Mûsilê herîkêm 15 kes hatin kuştin û birîndar bûn, fermandeyê opêrasiyona Mûsilê ihtimala herî teze li bara ciyê xweveşartina Ebu Bekir El Bexdadî ragihand.

Li gorî rapora El-Alemê, rayedarekî ewlehiyê li parêzgeha Nêynewayê roja yekşemiyê ragihand ku li pey êrîşa bi topên hawanê ya DAIŞ`ê li ser bazara Yûnis Nebî li perravên çepê yên Mûsilê  du kes hatin kuştin û sêzdeh kes jî birîndar bûn.

Vî rayedarê ewlehiyê her wiha got: Hêzên iraqî piştî vê êrîşê ciyê bûyerê dorpêç kirin û kiryarên ewlehiyê zêdetir kirin.

Erkantiya propagandaya şêrr a Iraqê roja 16`ê Çileya 2017`an qala azadkirina Tirba Yûnis Nebî û taxa polîs li perravêîn çepê yên Mûsilê kiribû.

Ji aliyê din va, mêdyayên iraqî ji zarê Ebdul Emîr Yarellah fermandeyê opêrasiyona “Nêynewa em tên` ragihandin: Ebubekir El Bexdadî xelîfeyê xwebinavkirî yê DAIŞ`ê li sînorên Sûriyê xwe veşartiye.

Yarellah ev ihtimala ragihand ku El Bexdadî li navçeya El Cezîreyê li nêzikî sînorê Sûriyê xwe veşartibe û li navçeyên din nebe. Wî di eynî demê da destnîşan kir: Ev kes êdî ne girîng e û rola wî li navçeyê bi dawî hatiye.

Pêştir jî fermandetiya hêzên Heşdi Şeibî ragihandibû ku hêzên amerîkî alîkariya Ebubekir El Bexdadî serçeteyê koma têrorîst a DAIŞ`ê kirine ku ji beşa rojavayî ya Mûsilê bireve. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu