ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Pêgiriya Îran û Rûsiyê li ser dewama hevkariyên stratijîk li şerê dijî têrorîsmê

Elî Şemxanî sikritirê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyiya Îranê li hevdîtina digel Elêksandir Lavêrêntîyof nûnerê taybet ê serokomarê Rûsiyê li karên Sûriyê li Têhranê herviha got: Dema bikaranîna şanoyên mêdyayî û siyasî yên welatên rojavayî ji bo niximandina siyasetên durû li hemberî têrorîsmê bi dawî hatiye û raya giştî ya cîhanê li bara bêhitbarbûna van helwêstan agah e.

Elî Şemxanî got: Siyaseta bikaranîna têrorîsmê wek amorekê jibo pêşdabirina armancên siyasî pirsgirêka herî girîng a Amerîkayê û welatên rojavayî li şerê dijî têrorîsmê ye.

Şemxanî herviha got: Ji ber dewama siyaseta durû, ewlehiya welatên rojavayî ketiye ber  ziyanên ciddî ji ber kiryarên têrorîstî û bûye sebeb ku têrorîsm li Amerîka û Ewropayê xurt bibe.

Wî bi bîr xist: Destwerdana leşkerî ya welatên biyanî bêyî daxwaz û qebûlkirina dewleta qanûnî ya Sûriyê binpêkirina hakimiyeta neteweyî û kiryarek e ku qeyrana vî welatî lihevaliyayîtir dike.n wê pêgirî kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu