EwropaNûçe

Berteka rayedarên cûrbicûr ên cîhanê li hemberî bûyera Orolandoyê

Li gorî rapora êvara yekşemiyê ya ajansa nûçeyan a Fars News`ê, rêberên welatên cûrbicûr li pey kuştina 50 kesî li êrîşa çekdarî li ser clûbekê li bajarê Orolandoya Amerîkayê, tevî şermezarkirina vê êrîşê hevderdiya xwe ligel gel û dewleta Amerîkayê diar kirin.

Li ser esasa vê raporê, serokomarê Rûsiyê, Viladîmîr Pûtîn,, rêberê katolîkên cîhanê, Pap Fransîs, serokwezîrê Inglîzê, Dêvîd Kamêron, sêkrêtêrê giştî yê Rêxistina Peymana Artlantîk a Bakûrî nasyar bi NATO`yê, Yêns Stûlênbêrg û serokwezîrê Rêjîma Siyonîst, Benyamîn Netanyahû ji wan kesan in ku êrîşa Orolandoyê şermerzar kirin.

Sêkrêtêrê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Ban Kî Mûn jî bi daxuyaniyekê tevî şermezarkirina êrîşa li Orolandoyê, ew hovane da zanîn û hevderidya xwe ligel gel û dewleta Amerîkayê ragihand.

Kesekî çekdar ku welatiyê amerîkî û bi eslê xwe efxan e tevî êrîşa li ser clûbeke şevane li bajarê Orolandoyê li eyaleta Florîdaya Amerîkayê, herîkêm 50 kes kluştin û 53 kes jî birîndar kirin.

Li ser esasa gotina rayedarên amerîkî, navê êrîşkerê Orolandoyê, Omer Metîn e. Ew welatiyê Florîdayê û nêzikî DAIŞ`ê bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu