İslami Davet Kurdi Bange İslami

Berteka Rêxistina Ticareta cîhanî li hember gefa Trump

Rêveberê giştî yê Rêxistina Ticareta cîhanî got ku ji gefa dubare ya Emerîkayê bo derketina ji vê rêxistinê netirsiyaye.

 Li gorî rapora Reuters`ê, Roberto Azodo (Roberto Azevêdo), rêveberê giştî yê Rêxistina Ticareta cîhanî roja îniyê got ku  gefa Emerîkayê ya derketian ji vê rêxistinê û mijarên ku Donald Trump serokkomarê vî welatî dixe rojevê,  ne teze ne.

“Roberto Azevêdo“ bal kişand ser vê yekê ku Rêxistina ticareta cîhanî ji gefên Emerîka natirse û got: “Dilgiraniyên Emerîkayê li bara hin mijarên  Rêxistina Ticareta cîhanî ku dilê sererastkirina  wê heye, ne tişteke nû ye“.

Trump roja pêncşemiyê bi îdiaya bi însaf nebûna qanûnên  Rêxistina Ticareta cîhanî gef xwar ku ger ev qanûn neyên guhertin, dê Emerîka ji vê rêxistinê derkeve.

Rêxistina Ticareta cîhanî (WTO) bi zêde ji 160 welatên endam li Jinêvê hatiye damezirandin û hin qanûnan bo hêsankirina ticareta cîhanî û çareserkirina  muanqişên ticarî yên welatan kivş dike.

Exit mobile version