Mirina zêde ji 28 hezar karkerên Hindî li Erebistan û Imaratê

Wezareta karên derve ya Hindê bi raporekê ragihand ku zêde ji 28 hezar û 500 karkerên Hindî canê xwe li welatên ereb ên derdora Kendava Farsê ji heyama 5 salên bihurî da ji dest dane.
Li gorî rapora IRNAyê, Li rapora roja Şemiyê ya Wezareta karên derve ya Hindê hatiye ku ji sala 2014an ve heta sala 2018an derdora 12 hezar û 828 karkerên hindî li ERrebistanê canê xwe ji dest dane.
Li vê raporê hatiye destnîşan kir ku piştî Erebistanê derdora 7 hezar û 877 karkerên hindî li Imaratê hatine kuştin.
Derdora 3 miliyon welatiyên hindî li Erebistanê dijîn.
Rewşa karkerên hindî li Erebistanê gellek diltezîn e û heta niha gellek ji wan ji ber hegerên cûrbicûr weke tundî, bedreftarî û işkenceya xwedîkaran li Erebistanê hatine kuştin.
Tundî û bedreftariya xwedîkarên Erebistanê digel karkerên derveyî ji wan yên hindî di salên dawî da gellek malbatên vî welatî dilgiran kirine.