İslami Davet Kurdi Bange İslami

Berteka Sûriyê li hemberî bikaranîna NY wek darê destan

Nûnerê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Bişar Ceferî got: Erebistan di cîgehekê da nine ku li bara rewşa Mafên Mirovan li Sûriyê biaxive.

Nûnerê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Bişar Ceferî roja sêşemiyê got: Kiryarên taxima siûdî li warê raberkirina pêşnivîsa biryarnameya li bara rewşa Mafên Mirovan li Sûriyê bi cîgirtiya aliyê kirêgirtiyên siûdî tevgereke dijhev û ecêb e. Bişar Ceferî destnîşan kir: Rêjîma Alê Siûd dawîn alî ye ku mafê xwe heye li bara Rewşa Mafên Mirovan ji trîbûna NY biaxive, ji ber ku Erebistana Siûdiyê karnameyeke reş ji babetên binpêkirina Mafên Mirovan li ser welatiyên xwe û welatiyên biyanî heye. Komîteya sêyem a Komcivînan Giştî ya NY roja sêşemiyê dengê erênî da biryarnameyekê ku ji aliyê hinek ji welatên erebî û rojavayî li dijî rewşa Mafên Mirovan li Sûriyê hatibû amadekirin. Ev biryarname ku bi 116 dengên erênî, 15 dengê nerênî û 49 dengên bêla hat pesendkirin, dewleta Sûriyê bi bêjeya nerênî ya “Rêjîma Sûriyê“ binav kiriye û ev yek tûşî rexneya dewleta Şamê bû. Nûnerê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) got: Bikaranîna vê bêjeya nerênî bi tenê nîşan dide ku amadekirina biryarnameya dijî Sûriyê bi armancên siyasî pêk hatiye.

Gurrbûna helahelaya dijî Sûriyê ku di bin navên cûrbicûr ji wan tawanbarkirina Sûriyê bi sûcê binpêkirina Mafên Mirovan pêk tê, divê hevdem digel gurrbûna tevegrên dijî Sûriyê piştî serketinên ber bi zêdebûnê yên vî welatî li warê şerê dijî têrorîstan were nirxandin.

Bêguman şikestên zêde yên têrorîstên bin sîvana piştgiriya welatên rojavayî û hinek ji dewletên paşverû yên ereb bi taybet Erebstanê, nigeraniya piştgirên wan pêk aniye. Di rewşeke viha da piştgirên têrorîstan bi riyên cûrbicûr hewil didin ku bi anîna zextê li ser dewleta Sûriyê pêvajoya hevsengiyan bigherînin û li pêvajioya şerê dijî têrorîsmê bi navên xapînok ên  wek parastina Mafên Mirovan berbend û nakokiyan çêbikin. Tevî viya ku piştgirên têrorîstan yanê hinek ji dewletên erebî û rojavayî bi hilêxistina tawanan li dijî dewleta Sûriyê dil hene raya giştî ji cinayetên têrorîstan ku pêleke ji nefreta cîhanî ji van koman û piştgirên wan pêk aniye, bixalifîninn.

Li vê çarçovê piştgirên têrorîstan bi riya biçekirina têrorîstan bi çekên komkujiyê ji wan çekên kîmiyayî hewil didin ku tevî girtina pêşiya têkçûna tam a wan û pêkanîna xuf û tirsê, gel û dewleta Sûriyê ji dewamam berxwedana li hemberî têrorîstan bêhêvî bikin.

Xala girîng di rewşeke viha da liv û tevgerên bi xerez ên saziyên hiqûqî yên navneteweyî ye. Komîteyên hiqûqî yên NY di bin bandora hinek ji endamên xwe ku bi xwe ji binpêkerên Mafên Mirovan in û bi lihevkirinên siyasî bûne endamê van komîteyan an Konseya Mafên Mirovan a NY, bûne darê destan li destê dewletên mudaxilexwaz û komploger.

Mînaka rewşeke viha em dikarin li tevgerên Erebistanê wek yek ji binpêkerên sereke yên Mafên Mirovan û Mafên Navneteweyî bibînin. Dewleta Erebistanê li halekî di van salên dawî qaşo pesina parastina Mafên Mirovan dide ku gelê vî welatî ji ber hakimiyeta rêjîma zorbêj a Alê Siûd ji mafên xwe yên herî sereke bêpar in.

Nimad û sembolên gelserweriyê weke Hilbijartin, Partiyên Siyasî yên cûrbicûr, Azadiya Çapemeniyê li Erebistanê tunînin. Tevî wiya ku Rêjîma Alê Siûd ji ber cinayetên xwe li warê hevrêtiya digel serkutkirinên Alê Xelîfeyê li dijî gelê Behrêynê her viha birêxistina şerê dijî gelê Yemenê û kuştina hovane ya gelê vî welatî û piştgiriya ji komên tekfîrî-têrorîstî li Sûriye û Iraqê wek rêjîmeke cinayetkar di asta navneteweyî da tê naskirin. Bêdengî û sersariya li hemberî vê yekê nîşan dide ku saziyên navneteweyî di bin bandora armancên siyasî yên dewletên serdestîxwaz û mudaxileker û hokarên wan da ne. Itiraza Sûriyê li hemberî van kiryaran jî li vê çarçovê tê nirxandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version